Stranên Rîtmîk Ên Radyoya Erîwanê + DVD – Helbestên Kurdî Gotin û Note pirtûkeke girîng e ku stranên rîtmîk ên arşîva Radio Yerevan berhev dike. Di vê berhemê de gelek stranên kurdî bi gotin (helbest) û note muzîkê hatine nivîsandin.
Ev pirtûk ji hêla Cewad Merwanî ve hatiye berhev kirin û 951 rûpel heye. Wekî taybetmendî, pirtûk bi DVD re tê ku di nav de tomarên muzîkê yên hin stranan jî hene.
Berhem çavkaniyek girîng e ji bo muzîkvan, lêkolîner, mamosteyên muzîkê û kesên ku li folklora muzîka kurdî eleqedar in.
Cewad Merwanî
Di vê pirtûka qedirgiran de 446 stran cih digirin û ji
hêla hunermendê kurd Cewad Merwanî ve hatiye amadekirin.
Radyoya Erîwanê bi xebata xwe ya qedirşînaz, arşîveke
muzîka kurdî da avakirin. Me bi salan dengên hunermendên
nemir ên wekî Kawîs Axa, Meryem Xan, Karapêtê Xaço, Reşîdê
Baso û gelek kesên wekî wan bi rêya Radyoya Erîwanê guhdar kir.
Ligel ku arşîveke dewlemend a muzîka kurdî heye jî lê em wekî
civak û saziyên kurdistanî çiqasî dikarin sûdê ji vê arşîvê
bigirin. Ev xebata ku îro bi keda xebatkarên Radyoya Erîwanê,
hunermendê kurd Cewad Merwanî û gelek kedkarên din, dîsa bi
keda xebatkarên Weşanên Aramê di aliyê stranên rîtmîk de
arşîveke bi nirx ji çand û hunera kurd re amade kiriye.
Di vê xebata giranbûha de bi giştî 446 stranên kurdî cih digiri
çavkanî: Murat SEKMEN / AMED